Nêçîrvan Barzanî li ser wefata Sefîq Qezaz peyamek serxwesiyê belav kir

Nêçîrvan Barzanî li ser wefata Sefîq Qezaz peyamek serxwesiyê belav kir

PeyamaKurd – Li ser wefata nivîskar û siyasetmedarê naskirî yê li Silêmaniyê Şefîq Qezaz, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, peyamek serxweşiyê belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de, sersaxî ji malbata Şefîq Qezaz re xwest û wiha got: ‘‘Gelek bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya nivîskar û ronakbîr û siyasetmedarê diyarê Kurdistanê (Dr. Şefîq Qezaz) gihîşt min. Xwedê jêrazî ji wan têkoşer û rewşenbîrên pêşeng û dilsoz û niştimanperweran bû ku hemû jiyan û temen û şiyana xwe ji bo xizmeta Kurdistanê li şoreş û xebata siyasî û dîplomasî û ronakbîrî û akademiyê da bi ser bir û xizmeteke zêde pêşkêşî gel û welatê xwe kir.’’

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: ‘‘Xwedê jêrazî li serdema şoreşê da dîplomatkareke bi şiyan û jêhatî û li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da Wezîreke serkeftiyê çalak bû. Li Serokayetiya Akademiya Kurdî û li warê nivîsîn û rewşenbîriyê da jî xizmeteke ber bi çav pêşkêş kir û cihê destên wî bi wan hemû waran de diyare ku têda xizmetê kiriye.’’

Herwiha xemgîniya xwe derbirî û da zanîn: ‘‘Bi vê helkefta xemgîn, pirse û sersaxiyê li malbat û kesukarên birêz dikim û hevsoz û hevbeşê xem û kovanên wanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê xwedê jêrazî bi dilovaniya xwe şad bike û hedar û aramiyê bi me hemûyan bibexşê. Bîranîna wî herdem bi zîndî dimîne.

Derbarê Şefîq Qezaz de; 

Şefîq Qezaz nivîskar û lêkolînerê siyasî û endamê Akademiya Kurdî bû. Berhemên wî yên sereke Ferhenga Şarezor û Ferhengoka Kurdî-Ingilîzî ne.
Qezaz dema Şoreşa Îlonê, nûnerê şoreşê yê Ewropayê bû û piştî serkeftina şoreşê ji 1994an heya 1996an di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Wezîrê Alikariyên Mirovî û Serokê Akademiya Kurdistanê bû.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin