PeyamaKurd – Alim û kesayetê naskirî li herêma Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, Şêxê Norşînê Nuredîn Mutlu koça dawî kir.
Hat ragihandin ku Şêx Nuredîn ku ev demek bû tedawiya vîrusa koronayê distand, îro 10ê Kanûnê danê sibehê di 87 saliya xwe de wefat kiriye.
Şêx Nuredîn ku yek ji alimê naskirî yê li Bakurê Kurdistanê bû, heta niha bi sedan şagirt perwerde kirine.
Hat diyarkirin ku wê cenazeyê Şêx Nuredîn li goristana Şêx Abdurrahmanê Taxî were veşartin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin