PeyamaKurd - Keşeyê Dêra Mor Yaqûbê, Sefer Bîleçen (Aho) ku roja 10ê Çile bi hinceta ‘alîkariya rêxistina terorê’ hatibû girtin, piştî îtiraza parêzeran hat berdan.
Hefteya borî li navçeya Nisêbînê ya ser bi bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê, Keşeyê Dêra Mor Yaqûb, Sefer Bîleçen ku wek Aho jî tê naskirin bi hinceta "alîkariya rêxistina terorê " hatibû desteserkirin. Roja Înê 10ê Çile jî biryara girtinê di derheqê wî keşeyî de hatibû dayîn.
Biryara girtina wî qeşeyî rastî nerazîbûnan hatibû. Piştî parêzeran îtiraz kir, Dadgeha Cezayê Silhê ya Duyemîn a Mêrdînê jî îtiraza parêzeran pejirand û biryara berdana Bîleçen da.
Piştî biryara dadgehê, Bîleçen doh Sêşemê ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hat berdan. Welatiyên Suryanî û Keşeyê Dêra Deyrûlzaferanê, Gabriyel Akkurt pêşwazî li Bîleçen kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin