Parlamena Tirkiyê biryara sandina hêzê bo Libyayê pesend kir

Parlamena Tirkiyê biryara sandina hêzê bo Libyayê pesend kir

PeyamaKurd -  Parlamentoya Tirkiyê îro bi mijara şandina leşkeran bo Libyayê civiya.

Parlamena Tirkiyê tezkereya şandina hêzê bo Lîbyayê qebûl kir.

Tezkere bi dengên parlamenterên partiya desthilatdar AKP û hevalbenda wê MHPê, hat qebûlkirin.

Di dengdanê de ji 600 parlamentaran 509 parlamenteran deng û tezkere bi dengên ‘Erê’ yên 325 parlamenteran hat pesendkirin.

Li gorî vê biryarê Tirkiye dikare hêzê ji bo piştgiriya hikûmeta Wîfaq a Libyayê bişîne ku li dijî hêzên Xelîfe Hafter şer dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin