Amerîka: Helwesta Tirkîya ya S-400î ji bo NATOyê pirsa ewlekarîyê ye

Amerîka: Helwesta Tirkîya ya S-400î ji bo NATOyê pirsa ewlekarîyê ye

PeyamaKurd – Rayedarên payebilind ên Amerîkayê derbarê kirîna S-400an Tirkîyê ji Rûsyayê dîyar dikin ku ev kirîn dê ji bo NATOyê pirsgirêka ewlakîyê derxe holê.

Rayedarên amerîkî ku nexwestin navê wan were zanîn ji Reutersê ra axivîn û destnîşan kirin ku Helwesta Tîrkîya ya S-400î ji bo NATOyê pirsa ewlakîyê ye. Rayedaran gotiye ev yek ne helwesteke bazirganîyê ye, ev pirseke ewlekarîya navxweyî ye jî.

Rayedar wiha pê da çûn, “Rîska herî mezin a kirîna S-400an ew e ku bi pergalên F-35an ra bi hemahengîyê mewzîyê nagirin. Ev yek hem ji bo Amerîkayê û hem jî ji bo NATOyê dê xetereya ewlekarîyê derxe holê.”         

Ji alîyê din ve Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dîyar dike ku ew dê ji kirîna S-400an venegerîn û dê vê yekê pêk bînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin