Operasyona binçavkirina rojnamevan û hiqûqnasan hat protesto kirin

Operasyona binçavkirina rojnamevan û hiqûqnasan hat protesto kirin

PeyamaKurd –  Operasyona beriya hilbijartinên 14ê Gulanê ku bi navenda Diyarbekirê li 21 bajaran, pêla binçavkirina rojnamevan, hunermend, parêzer û endamên rêxistinên civaka sivîl dest pê kiriye, hate protesto kirin. Li gorî agahiyên dawî di encama operasyona îro 25ê Nîsanê danê sibehê dest pê kiriye de, herî kêm 126 kes hatine binçavkirin.

Li Diyarbekirê parêzeran bi diruşmên; "Em beriya hilbijartinan çavtirsandina bi destê darazê qebûl nakin”, “Ev tişta tê kirin kûmpasa hilbijartinê ye. Em li hemberî vê gotina xwe dibêjin, soza me heye ku em ê 14ê Gulanê we bişînin.”

Herwiha li ber Avahiya Edliyeya Stenbolê jî operasyona binçavkirinan hate protesto kirin û bi daxuyaniyekê demildest berdana kesên binçavkirî hat xwestin.

Li gorî agahiyên baroyan heta niha 25 parêzer hatine girtin ku endamên Baroya Mêrdînê, Baroya Batmanê, Baroya Rihayê  û ji Baroya Diyarbekirê ne.

Li ser dosyeya binçavkirinan hevdîtina parêzeran ji bo 24 saetan hatiye qedexekirin û hîn ji aliyê dozgeriyê ve nehatiye eşkere kirin, bê bi çi hincetan ew kes hatine binçavkirin.

Buldan bertek ji pêla binçavkirinan re nîşan da: Operasyona ser xebatên hilbijartinê...

Ji HDPê daxuyaniya operasyona binçavkirinan....

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin