Meclis dest bi xebata reforma qanûnan dike

Meclis dest bi xebata reforma qanûnan dike

PeyamaKurd- Paketa yekem ya di derbarê guherandina qanûnên darizandinê de hat meclisa Tirkiyê. Paket ji 38 maddeyan pêk tê. Di paketê de xalên seha ya meslekî û xalên ku darizandinan dilezîne hene. Lê tişta balkêş ew e ku di cezayan de kêmkirin tine ye.

Hukumet dixwaze ku di 15 qanûnan de guherandinê bike û dixwaze di guherandinan de lihevkirin hebe da di dengan de kêmasî dernekeve. Teklîfa ewilî bo MHP ê birine. Li gor tê gotin dê teklîfê bo HDP ê nebin.

Daxwaza ku qanûna kêmkirina cezayan de bê guherandin û dirêjkirina mudeyê serbestberdana bi kontrolê di vê paketê de tine. Hat gotin ku piştî paketa ewilî derkeve dê di ya duyem de bê rojevê. Li gor agahiyên di çapemeniyê de xalên ku tê de guherandin çêbibin ev in:

-Parêzerên ku 15 sal xebat kiribin, dê pasaporta kesk bidin wan.

-Fakulteyên hûqûqê dê derê 5 salan. Bo meslekên hûqûqî ezmûn dê bê danîn.

-Lihevkirina bi navbeynkaran dê bê firehkirin.

-Wê darizandin bilez bên kirin.

-Di hinek dadgehan de dê odeyên zarokan yên çavdêriyê di temamê sîstema darizandinê de bê belavkirin.

-Di darizandina îdarî dê sîstema SEGBİS dê bê danîn.

-Kesên ku bi biryarnameyên di hukmên qanûnên de ji kar hatine derxistin, eger beraet bikin wê karibin pasaport bistînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin