Li Licê bombe bi sivanê 11 salî de teqiya

Li Licê bombe bi sivanê 11 salî de teqiya

PeyamaKurd - Li zozanên bajoraka Licê ya Diyarbekirê, şivanekî zarok ê 11 salî dema sewalên xwe diçêrandin cismê ku li erdê dîtibû pê de teqiya û bi giranî birîndar bû.

Hat zanîn zarokê bi navê Yûsûf Yildirak ku şivantiya sewalan dikir, li zozana navbera gundên Pîrîk û Ziyaretê ya navçeya Licê dema sewalên xwe diçêrandin, cismek li erdê dîtiye û di deste wî de teqiya ye ku pê bi giranî birîndar bûye.

Hat zanîn ku malbata koçer a ku ji Çewligê hatiye zozanên Liceyê, kurê xwe rakirine Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ku rewşa tenduristiya wî giran e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin