Otomobîl pekiya nav çemê Xabûrê: 3 kesên tê de mirin

Otomobîl pekiya nav çemê Xabûrê: 3 kesên tê de mirin

PeyamaKurd – Li Bakurê Kurdistanê li bajarê Şirnexê navçeya Bêşebabê, otomobîleke malbatekê piştî 40 metroyan pekiya û wêr bû li nav çemê Xabûrê sekinî.

Hat zanîn ku bûyera trafîkê îro danê sibehê li navçeya Bêşebabê rû daye û ajokar kontrola direksiyonê otomobîlê ji dest daye û otomobîla wî pekiyaye nav çemê Xebûrê.

Di qezayê de bav, dê û bebeka wan can dan ku ji aliyê xelkê deverê ve ji nav çem hatin derxistin.

Li gorî zanyariyan kesê ajokarê otomobîlê Serhat Onal ku di qezayê de can daye leşkerekî pispor bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin