Otomobîla ku 3 kes tê de bûn pekiya nav çemê Munzurê

Otomobîla ku 3 kes tê de bûn pekiya nav çemê Munzurê

PeyamaKurd – Îro 21ê Nîsanê li ser rêya navçeya Pulumur a bajarê Dêrsim ê Bakurê Kurdistanê, otomobîleke ku 3 kes tê de hebûn, ji rê derket û pekiya nav çemê Munzurê.

Li gorî zanyariyan otomobîla ku li ser Dêrsim-Pulumurê diçû, ji rê derketiye û pekiyaye nav çemê Munzurê.

Hat ragihandin ku piştî bûyerê tîmên tenduristî û hawarçûnê gihîştine deverê û lêgerîna ji bo dîtina kesên di nav otomobîlê de bûn, dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin