Di dinyayê de şîrketa herî zêde otomobîlan firot diyar bû

Di dinyayê de şîrketa herî zêde otomobîlan firot diyar bû

PeyamaKurd Şîrketa di dinyayê de herî zêde otomobîlan firot diyar bû. Di 6 mehên ewilî yên sala 2026an de, şîrketa Toyota Motor 5 milyon û 390 hezar erebe firot û di asta navdewletî bû şîrketa herî zêde erebe firotiye. Toyota Motor 7 sale li pey hev dibe şîrketa yekem.

Li gor sala borî, li gor heman dewrê firotina erebeyan ya Toyotayê % 2,8 kêm bûye lê tevî wê jî hem di nav hilberînerên Japonya de û hem di asta dinyayê de yekem şirkete ku erebeyan firotiye û di pey wê de jî şîrketa hilberîner ya Almanya bi firotina 4 milyon û 130 hezar erebeyan Volkswagen heye.

Firotina adedên erebeyan li nava Japonyayê zêde bû lê firotina derveyê Japonya kêm bû. Di nav Japonya de %4,4 zêde kir û bû 1.1 milyon aded. Firotina derve ya erebeyan %4,5 kêm bû û bi temamî bû 4,3 milyon aded.

Toyota li Amerîkayê firotina xwe %09 zêde kir lê li Çînê %17,1 û li Rojhilata Navîn %21,1 kêm kir.

Raqibê Toyotayê Volkswagen di nav 6 mehên ewilî yên sala 2026an de, li gor dewra sala berê %8,4 kêm kir û bi temamî 4,13 milyon aded erebe firot.