PeyamaKurd – Li bajarê Dîlokê li taxa Karacaahmedê ajotvanê bi navê İbrahim Halil Polat (36) dema otomobîla xwe dajot, otomobîl ji kontrola wî derket û li dîreka kamerayan ya trafîkê xist. Bi qezayê re otomobîl bû dû cî û Polat di nav otomobîlê de asê ma.
Tîmên polîsan û yên teduristiyê çûn ciyê bûyerê û ajotvan Polat ji otomobîlê derxistin lê bi qezayê re can dabû. Piştî mirovên Polat çûn ciyê bûyerê cenazeyê wî bo otopsiyê birin Tib a Edlî ya Entabê (Dîlokê).
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin