Bilindahiya teraf û dûmana çiya giha 2 km.yan

Bilindahiya teraf û dûmana çiya giha 2 km.yan

PeyamaKurd – Li Endonezyayê li herêma Nusa Tenggar a Rojhilat, li girava Floresê çiyayê Lewotobi Laki-Lavi teqiya û xwelî û dûmana çiya bi qederê 2 km bilind bû.

Rêvebir radigihînin ku ji serê salê heya niha di çiya de teqînên volkanîk hene, li herêmê asta hawarê li herî jore û derûdora çiya hatiye valakirin.

Rêvebirê xwecîh Benediktus Bolibapa Herin di dawxuyaniya xwe de got ku divê rûniştvanên herêmê ji bo xwe ji lav û xweliya çiya biparêzin bila herin cihên bi ewle.

Niha li gor 5 hezar kesan 2 ciyên demkî amade kirine da xelk perîşan nebe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin