PeyamaKurd – Serokê berê yê baroya Amedê Mehmet Emin Aktar dibêje, dûrxistina hevşaredariyên bajarên Amed, Wan û Mêrdînê ji aliyê hikûmetê ve qanûnî nîne.
Serokê berê yê baroya Amedê parêzer Mehmet Emin Aktar li ser dûrxistina şaredarên kurd yên Bakûrê Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve ji K24 re gotiye, ew şaredar bi qanûna rewşa awarte hatine dûrxistin. Lê rewşa awarte niha nemaye, ji ber wê jî dûrxistina wan ne qanûnî ye.
Mehmet Emîn Aktar her wiha gotiye, hikûmeta Tirkiyê beriya hilbijartinên 31 Adara îsal jî sînyala wê dabû dê şaredarên kurd yên HDPê ji kar dûr bixe, çimkî serokomar û wezîrê navxwe gotibûn ew niha lêpirsînê dikin, her gava zanîn ku pêwendiya wan bi terorê re heye, dê ji kar bên dûrxistin.
Bi gotina wî parêzerê kurd, dewleta Tirkiyê bi van reftaran deriyên siyasetê li hember kurdan digire.Mafnas Mehmet Emin Aktar got jî:
“Serokomar û Wezîrê Navxwe berî hilbijartinên 31ê Adarê gotibûn ew lêkolînê dikin, heger pêwendiya şaredaran bi rêxistineke terorê re hebe, dê ji kar bên dûrxistin. Ev jî tê wateya ku li Tirkiye û Bakurê riya siyasetê li pêş Kurdan tê girtin. Ango dewleta Tirkiyê riya siyasetê li ber Kurdan digire.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin