Parêzerekî Baroya Amedê dema xwest navbeynkariyê bike hat kustin

Parêzerekî Baroya Amedê dema xwest navbeynkariyê bike hat kustin

PeyamaKurd - Parêzer Armanç Arkaş li Amedê dema xwest ku kesên bi hev dicin ji hev veqetîne hat kuştin. Kesekî bi nave A.D ku tê gotin kiryarê bûyerê hat desteserkirin.

Li kafeyeke li ser Bulvara Mahabad (Rêya 75 Metreyî) ya navçeya Peyas a Amedê, saet 02.30ê şevê di navbera du koman de ji ber sedemekê ku nehat nazanîn nîqaş derket. Nîqaş dûre veguherî pevçûneke çekdarî.

Parêzerê girêdayî Baroya Amedê Armanç Arkaş ê 28 salî dema xwest navbeynkariya herdu aliyan bike gule li serê wî ket û bi giranî birîndar bû. Tîmên hawarçûnê yên hatin cihê bûyerê Arkaş ê birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya GaziYaşargil. Tevî hemû mudaxileyan pêwîst jî Arkaş li wir jiyana xwe ji dest da. 

Piştî bûyerê gelek polîs hatin cihê bûyerê û lêpirsîn dan destpêkirin, welatiyê bi navê A.D. (30) ê ku gule berda hat desteserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin