PeyamaKurd – Li Derya Reş li bajarê Trabzonê li navça Çaykara li Uzungölê çentê geştiyarê biyanî yê bi navê Omar Mohammed Alhendi (23) dema çente wî ji destê wî ket avê, ji bo çentê xwe ji ava golê derxe, ket avê û di ava golê de tefisî. Ji heman malbatê kesekî din jî het avê lê kesên li der û dorê wî rizgar kirin.
Omar Mohammed Alhendi (23), bi malbata xwe re dema li Uzungölê meş dikir, çentê wî ket golê. Dema ket avê ji bo çentê xwe derxe, piştî demekî ji ber çav wenda bû.
Ferdên malbatê tîmên 112an, AFADê, UMKE, cendirme û îtfaiyê agahdar kirin. Tîm dema gihan ciyê rûdanê, piştî xebata bo demekî xwe gihandin cesedê Alhendi û ji avê derxistin.
Parêzgerê Trabzonê Tahir Şahin çû ciyê rûdanê û agahiyan sitend.