PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Rûsyayê ragihand ku biyanî û dîplomatên li Kievê ne, bila terka Kievê bikin û bila kesekî biyanî seredana Ûkraynayê neke.
Wezaretê ragihand ku wê artêşa Rûsyayê êrîşên ser Kievê û bajarên dinan yên ser baregehên leşkerî bimeşîne ku li Kievê gelek balyozxane xebatên xwe dikin. Di daxwuyaniya wezaretê de weha hat gotin:
“Artêşa Rûsyayê wê êrîşên tund dewam bike. Welatiyên biyanî, xebatkarên dîplomatîk yên mîsyonan di nava wan de, divê li Ûkraynayê nemînin û seredana Ûkraynayê nekin û em hişyariyê didin wan.