PeyamaKurd - Yek ji parêzerên dosyeya Lahûr Şêx Cengî ku nexwestiye navê wî bê eşkerekirin, ji Kurdistan24ê gotiye, piştî rûniştina darizandinê ya di 14ê Gulana 2026an de, Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê peywendî bi her çar parêzerên tîma berevaniyê re kiriye.
Parêzer diyar kir ku bi navê Serokê YNKê Bafil Talebanî gef li wan û malbatên wan hatine xwarin ku eger di rûniştina bê ya dadgehê de mîna ya borî helwestan nîşan bidin, dê berpirsiyariya encamên wê li ser milê wan bixwe be.
Hêjayî gotinê ye, ev fişar û dadgehkirin, encama şerê giran ê leşkerî yê li derdora Hotêla Lalezarê ya Silêmaniyê ye ku di 22yê Tebaxa 2025an de di navbera hêzên YNKê û çekdarên Lahûr Şêx Cengî de qewimîbû û bi girtina Lahûr Şêx Cengî û bi dehan alîgirên wî bi dawî bûbû.
Hevdem ligel van gefan, tîma parêzeran daxwazname û yadaşteke lezgîn arasteyî dezgehên bilind ên Herêma Kurdistanê û konsulxaneyên welatên biyanî kir da ku dengê xwe bigihînin saziyên navneteweyî. Di vê yadaştê de hatiye gotin, pêşmergeyekî Lahûr Şêx Cengî yê bi navê "Heme Reş", di heyama 9 mehên girtina xwe ya li Silêmaniyê de rûbirûyî tundtirîn awayên îşkenceya laşî û derûnî bûye.
Parêzeran bi hûrgilî dan zanîn ku di encama îşkenceyê de serê Heme Reş hatiye şikandin, pişta wî bi kêran hatiye birîndarkirin, diranên wî hatine şikandin û zirareke fîzîkî ya herdemî li rûmeta wî hatiye xistin. Ji ber vê yekê wan daxwaza destwerdana bijîşkî û qanûnî ya bilez kir da ku jiyana wî were parastin.