Parêzgarê Silêmaniyê daxuyanî da!

Parêzgarê Silêmaniyê daxuyanî da!

PeyamaKurd – Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir diyar kir: “Me daxwaza vegerandina geştên asmanî ji Balyozê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê kiriye.

Ebubekir got, “Me daxwaz kir ji Balyozê Tirkiyê yê li Herêma Kurdistanê kir ku geştên xwe ji nû ve bidin destpêkirin.”

Parêzgarê Silêmaniyê di daxuyaniyekê de ji bo çapemeniya herêmî derbarê rewşê de diyar kir, wan nîgeraniyên Tirkiyê yên derbarê rawestandina geştên esmanî yên Silêmaniyê bi fermî ji Balyozê Tirkiyê yê li Hewlêrê Mewlûd Yakut re ragihandine.

Parêzgar Heval Ebubekir amaje bi wê yekê kir, rewşa ewlehiyê ya Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê aram e.

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand, ji ber ku çalakiyên PKKê zêde bûne û derbasî balafirxaneyê bûne ev biryar hatiye dayîn.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin