PeyamaKurd - Parêzgerê nû yê Kerkûkê Mihemed Saman Axayê Tirkmen, tenê çend roj piştî destbikarkirina xwe, bi biryarnameyekê du desthilatên sereke ji alîkarê xwe standin. Li gorî vê biryarê, Rêveberiya Karûbarên Xanûber û Hemwelatîbûnê ligel Rêveberiya Destûrên Ewlehiyê êdî rasterast bi parêzger ve hatin girêdan. Ev her du beş berê di bin desthilata alîkarê parêzger de bûn, lê bi vê biryarnameya ku di 23yê Nîsanê de hatiye îmzekirin, Mihemed Saman Axa ev desthilat ji bo meqamê parêzgeriyê vegerandin. Ev pêngav li gorî Yasaya Encûmenên Parêzgehan a Iraqê wekî mafekî yasayî yê parêzgeran tê dîtin, lê di qada siyasî de bûye sedema nîqaşan.
Nakokiya di navbera gotin û kiryaran de
Ev biryara Mihemed Saman Axa di demekê de ye ku wî dema wekî parêzger hatibû hilbijartin, soz dabû ku dê rêveberiyeke piralî û hevbeş ava bike. Axayê ku serokê Cebheya Tirkmenî ye, şûna parêzgerê Kurd ê berê Rebwar Taha girtibû û gotibû: "Bêyî şêwira bi alîkar û asîstanan tu biryar nayên girtin." Lêbelê, standina van desthilatan ji Rebwar Taha ku niha wekî alîkarê parêzger kar dike, wekî nîşaneya guhertina vê polîtîkayê tê şirovekirin. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) berê ev lihevkirina di navbera YNK û aliyên din de protesto kiribû û radestkirina parêzgeriyê bo Tirkmenan, ku di encûmenê de tenê 2 kursiyên wan hene, wekî encama "bazarên li pişt deriyên girtî" pênase kiribû.