Parêzgariya Xarpêtê hisyarî daye 60 muxtaran ku alîkariyan qebûl nekin!

Parêzgariya Xarpêtê hisyarî daye 60 muxtaran ku alîkariyan qebûl nekin!

PeyamaKurd – Parêzgeriya bajarê Xarpêtê (Elezîz) hişyarî keyayên (muxtar) gundên lêqewiyên erdhejê ku ji xeynî AFAD (Saziya Rewşên Lezgîn û Hawarçûnê ya Tirkiyê) alîkariyên ti kesî qebûl nekin.

Parêzgariya Xarpêtê, bi rêya telefonê di nava rojê de pêwendî bi keyayên 60 gundên girêdayî navçeyên Maden, Xûxê (Sivrice) û Gezîn re kiriye û ferman daye wan ku ji derveyî alîkariya AFADê tu alîkariyên din qebûl nekin. 

Hat zanîn ku ew 60 gundên hişyarî bo wan hatiye dayîn, keyayên wan ji HDPê bûne û şanda HDPê jî piştî erdhejê serdana wan kiriye ku hîn ti alîkarî bo wan gundan nehatiye gihandin.

Şanda HDPê piştî lêkolînên xwe yên li herêma erdhejê ragihandiye ku alîkariyên têne kirin, tenê li xizmên şaredarên AKPê hatine belavkirin.  

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin