PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Şirnexê li Çiyayê Gabarê çûnûhatina xelkê ji bo 15 rojan hat qedexekirin. Qedexe ji aliyê parêzgeha Şirnexê de hat danîn û ragihandin. Wê Çiyayê Gabarê heya 15 rojan bibe ‘herêma taybet ya ewlehiyê’.
Qedexe ji 26 ê mehê destpêdike û heya 9ê Sibatê di navde wê dewam bike.
Çûn û derketina ji deverê li ser îzna hêzên asayîşê û parêzgehê dimîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin