Li Parlamentoya Arnavutlukê pevçûna bi kulm û şeqaman

Li Parlamentoya Arnavutlukê pevçûna bi kulm û şeqaman

PeyamaKurd - Di dema ku li kolanên Arnavutlukê xwepêşandanên tund berdewam dikin, alozî derbasî nava parlamentoyê jî bû.

Di civîna giştî de di navbera parlamenterên desthilatdarî û opozîsyonê de şerê gotinan dest pê kir û di demeke kurt de veguhêzt şerê bi kulm û şeqaman.

Ji ber ku nerazîbûna li kolanan û aloziya siyasî pişta xwe da hola parlamentoyê, rêveberiya parlamentoyê neçar ma ku civînê bide rawestandin.

Parlamenterên opozîsyonê ji bo piştgiriya xwepêşandanan nerazîbûn nîşan dan û nîzam xera kirin, lewma rûniştina parlamentoyê asteng bû.

Nûnerên desthilatdarî û opozîsyonê bi ser hev de meşiyan û pev çûn. Zêrevanên ewlehiyê di veqetandina aliyan de zor û zehmetî kişandin.

Pevçûnên li ser îdîayên gendeliyê û xwepêşandanên li welat, xebatên qanûndanînê yên di parlamentoyê de bi temamî kilit kirin.