PeyamaKurd – Li ser dosya Gülistan Doku ku bi salaye wendaye û jê agahî nîne, serdozgeriya bajarê Dêrsimê (Tunceli) li ser delîlên nû parêzgerê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel li bajarê Xarpêtê (Elazığ) xistin bin çav.
Li ser pêşdeçûnên nû yên di dosyayê de, wezîrê karên navxwe yê Tirkiyê Mustafa Çiftçi Sonel ji ser karê wî dûr kir û îzna binçavkirina parêzger da.
Tewanên ku ji bo parêzger Sonel dikin; “rakirina delîlên sûc ji ortê, veşartin an guherandina delîlan” e.
Wezaret, li ser lêpirsîna Gülistan Doku mufettîşên mulkiyê wezîfedar kiribû û parêzgerê berê yê Dêrsimê ku dibêjin kurê parêzger tiliya wî di wendabûna Doku de heye, parêzger Sonel ji ser karê wî dûr kiribûn.
Li ser rûdanê, li bajarê Dêrsimê, di 05.01.2020an de ji xwendevanê zankoyê Gülistan Doku, ti xeberekî nema jê distendin, li Dêrsimê kurê parêzgeryê Tuncay Sonel yê bi navê Mustafa Türkay Sonel di nav de 13 kesan xistibûn bin çav.
Dadgehê 2 ji wan şand zîndanê, 2 ji wan bi şertê kontrola edlî serbest berda û 9 kesên mayî li asayîşê û dozgeriyê îfade didin.