Parlamana Kurdistanê ji bo çend babetên girîng dicive

Parlamana Kurdistanê ji bo çend babetên girîng dicive

PeyamaKurd - Endamê Parlamentoya Kurdistanê li ser firakisyona PDKê Nazim Herkî ragihand ku biryare roja sêşemê parlamana Kurdistanê bicive.

Parlamenter Nazim Herkî da zanîn ku demjimêr 11hê sibehê roja sêşema pêşiya me Parlamana Kurdistanê derbarê çend babetan divice, lê heta niha bernameya karê civînê yek alî nebûye.

Wek tê zanîn di cejnê de biryar bû Parlamana Kurdistanê civîneke taybet derbarê proje yasaya çaksaziyê pêkbîne daku, deng li ser wê projeyê were dayîn.

Biryarderê komîteya darayî û karûbarê aborî li parlamentoya Kurdistanê Hîve Hacî jî ragihand ku duşemê dewamê fermî yê parlamentoyê destpê kir û endam û beşek ji komîteyan civiyane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin