PeyamaKurd – Serokayetiya Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir, roja Pêncşemê 23/6/2022 saet 11ê sibê de Parlamentoya Iraqê dicive.
Li gorî zanyariyan, naveroka civîna awarte ya Parlamentoya Iraqê mijara biryardana guhertinên parlamenterên îstifakirî yên Tevgera Sedr in.
Beriya niha Serokên çarçoweya hemahengiyê li mala Heyder Ebadî serokê hevpeymaniya Nesr civiyan û ji bo çareserkirina pirsa guhertina nûnerên îstifakirî yên tevgera Sedr, daxwaza civîneke awarte li parlamentoya Iraqê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin