PeyamaKurd – Piştî civîna desteya serokatî û serokên fraksiyonên Parlamentoya Kurdistanê ya îro 29ê Nîsanê hat kirin, serokên fraksiyonên partiyên Herêma Kurdistanê li ser dema destpê kirina rûniştin û bernameya kar a rûniştina Parlamentoya Kurdistanê rêkeftin.
Li gorî zanyariyan, Desteya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û serokên fraksiyonan li hev kir ku destpêka meha Gulanê Parlamentoya Kurdistanê dest bi rûniştin û civînên xwe bike.
Herwiha hat ragihandin ku ji 01.05.2020ê ve heta meha 6 Parlamentoya Kurdistanê dest bi vergirtina pêşniyar û projeyasayan li hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin