PeyamaKurd – Pasdarên Îranê li devera Newsûd a Kirmaşanê du kolber birîndar kirin.
Malpera mafên mirova ya Hengawê diyar kiriye, derengiya şeva borî pasdarên Îranê li devera sînorî ya Newsûd li parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, komek kolber dan ber guleyan.
Li gorî agahiyan, di wê êrîşê de du kolber bi giranî birîndar bûn.
Ew kolberên ku birîndar bûne, xelkê bajarê Ciwanro ne û li nexweşxaneya bajarê Pawe hatine razandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin