PeyamaKurd - Serokwerzîrê Ermenistanê Nîkol Paşniyan ragihand ku di rewşa heyî de ne pêkan e ji bo şerê Qerebaxê ti çareseriyeke dîplomatîk pêk were û bang li xwebexşên ermen kir çeperên şer bigirin.
Wezîrê Derve yê Ermenistan û Azerbaycanê dema ku li serdana Moskowê bûn, Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan li ser hesabê xwe yê Facebookê got, niha gotûbêjkirina çareseriyeke dîplomatîk ji bo Qerebaxê bê wate ye.
Nîkol Paşniyan got ku Azerbeycan pêşniyarên Ermenistanê yên çareserkirina aloziyê qebûl nake ango ji bilî teslîmkirina herêma Qerebaxê, ti çareseriyan qebûl nakin.
Serokwezîrê Ermenîstanê teqez kir, ew ê ji bo serkeftinê, yekîneyên xwebexş ava bikin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov doh 21ê Cotmehê li Moskowê bi hempîşeyên xwe yên Ermenistan û Azerbeycanê re civiyabû ku ew civîn, bi armanca aramkirina aloziya di navbera her du aliyan de bû.
Herwiha sibe Înê jî her du wezîrên derve yên Ermenistan û Azerbaycanê li ser vexwendina Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo li Washingtonê dicivin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin