PeyamaKurd - Serokê Firakisyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Zeyad Kake Reza aşkere kir ku divê êrîşkarên mala peyamnêrê Kurdistan Tv li Qeladizê bihêne aşkerkirin.
Zeyad Kake Reza ji çapemeniyê re axivî û da zanîn ku fikr û boçûnên rojnamegeran girîng in û nîşaneya zîndûbûna her komelgehê ne û ji ber wê yekê jiyana wan parastî be.
Herwiha Zeyad Kake Reza got: “Em weke fraksiyona PDKê êrîş û kiryaran wisa şermezar dikin. Hêvîdar in hikûmeta xwecihî ya Raperînê lêkolînê li ser êrîşa mala peyamnêrê Kurdistan Tv bike û di zûtirin demê de ew êrîşkar bihêne girtin.”
Herwiha Zeyad Kake Reza amaje bi wê yekê jî kir ku divê hêzên emnî yên Silêmanî û Raperînê lêkolînê li ser wê pirse bikin û wan tohmetbaran bigirin.
Şewa înê teqe li mala peyamnêrê Kurdistan Tv yê Silêmaniyê Fazil Umer hatibû kiribûn. Fazil Umer duhê ji BasNewsê ra aşkere kiribû ku heta aniha ti kes ji ber wê teqeyê nehatiye desteserkirin û metirsî li ser jiyana wî û zarokên wî heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin