PeyamaKurd – Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mahmud Muhammed, li ser rêvebiriya Kerkûkê daxwuyanî da û pêvajoya Peymana Otêla Reşîd bi tundî rexne kir.
Muhammed got ku krîza li Kerkûkê heye, dewama bazarkirina Kerkûkê ya bi diziye. Li aliyekî munaqeşeyên li ser rêvebiriya Kerkûkê dewam dikin û li ser wê jî PDKê daxwuyanî da.
Berdevkê PDKê Mahmud Muhammed îro nivîskî ragihand ku îrada xelkê Kerkûkê di derveyê bazarê de hiştine û wê ti rêbazekî wisa qebûl nekin.
Muhammed ragihand ku PDK temamê mafên pêkhateyên li Kerkûkê diparêze û dewam kir:
“Li welatê me, ji bo îstîqrar û pêşdeçûna îstîqrarê, girêdayê temamê pêkhateyên netewî, dînî û pêkhateyên mezhebiye ku mafên wan bicîh were. Em bawerin Kerkûk navenda temamê pêkhateyan e.
Berdevk got ku di 10ê Cotmeha sala 2024an de, PDK û hinek nûner neketine nav civîna Otêla Reşîd ya Bexdayê, civîn li ser herkesî ferz dikin û weha dewam kir:
“Tewrê partiya me zelal û safiye; bê tevlîbûna terefên siyasî yên temsîla berxwedana xelkê Kerkûkê dikin, ji niyetekî paqij dûr, li Otêla Reşîd bazariyên ku li ser Kerkûkê dikirin em li dij bûn. Di rewşa îro de jî, rûdanên ku dibin encama bazariyên wê demêne û dewama wan in.”