PeyamaKurd - Jêderekî pilebilind ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, di dema bê de PDK guhartinên mezin di liq û nivîsgehên xwe de dike.
Li gor zanyariyan Besam Elî dibe berpirsê Liqa 12 a PDKê li Helebceyê û herwiha hejmarek kadroyên genc çend liqên din werdigirin.
PDK piştî bidestxistina (25) kursiyan di parlamantoya Iraqê de, ji niha ve amadekariyê ji bo hilbijartinên Kurdistanê dike, destpêk jî bi guhartinên di liq û nivîsgehan de dest pê dike.
Biryar e 30ê Îlona bê hilbijartinên giştî li Herêma Kurdistanê bi rê ve biçin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin