PDK-Î: Li dijî 'rejîma mirovkuj a Îranê' bi yekgirtî rawestin

Dîroka Weşanê :
PDK-Î: Li dijî 'rejîma mirovkuj a Îranê' bi yekgirtî rawestin

PeyamaKurd- Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di daxuyanîyekê de serkutkirin, revandin û kuştina xwepêşanderên azadîxwaz li bajarên Îranê şermezar kir û bang li xelk û aliyên siyasî yên demokrat kir ku li dijî “rejîma mirovkuj a Îranê” bi yekgirtî rawestin.

PDK-Î di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku piştî destpêkirina nerazîbûnên xelkê li dijî rewşa aborî ya nebaş, zilm û dîktatoriya rejîma Îranê, tevî serkut û gefên hikûmetê, xwepêşandan roj bi roj berfireh bûne û gelek bajar û dever tevlî vê tevgerê bûne. Daxuyanîyê diyar kir ku ev tevger bi demê re ji daxwazên aborî derbas bûye bo daxwazên siyasî û mafên demokratîk û mirovî.

Bi dehan kuştî û bi sedan revandî

Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku hêzên serkutker ên rejîmê bi awayekî hovane li xwepêşanderan êrîş kiriye. Li parêzgehên Îlam, Kirmaşan, Luristan, Hemedan û gelek deverên din, bi dehan kesên bêtawan hatine kuştin û birîndar kirin, herwiha bi sedan kes jî hatine revandin û veguhastina wan bo navenda îşkenceyê hate ragihandin.

Melekşahî di rewşeke xeter de ye

PDK-Î bi taybetî li ser bûyera îro, Şemî 13ê Befranbarê, li devera Melekşahî ya parêzgeha Îlamê rawesta. Di nerazîbûnên vê deverê de, çendîn xwepêşander hatine kuştin û birîndar kirin. Daxuyanî diyar kir ku birîndarên Melekşahî di rewşeke pir aloz de ne, ciyên neştergeriyê bi kêmîya xwîn û bijîşk re rûbirû ne û jiyana gelek birîndaran di metirsiyê de ye.

Rejîma Îranê hate şermezarkirin

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kuştin û komkujîya rejîma Komara Îslamî şermezar kir û nerazîbûn û xebata xelkê ji bo guhertina rewşê wek mafê rewa yê neteweyan binav kir. PDK-Î bang da hemû xelk û aliyên siyasî yên demokrat û azadîxwaz ku li dijî serkutên rejîmê bi yekrêzî rawestin û piştgirî bidin xebata ji bo çokdanîna dîktatoriyê. Herwiha, li malbatên şehîdan serxweşî hate xwestin û hat diyarkirin ku “xwîna xortên vî nîştimanî bi heder naçe.”

PDK-Î bang li civaka navdewletî kir

Di dawiya daxuyanîyê de, PDK-Î daxwaz ji kom û civakên mirovdost ên navneteweyî kir ku ji bo gihandina alîkariyê bi xelk û tevgera azadîxwaz a neteweyên Îranê gavên lezgîn bavêjin û pêşiya komkujîya xelkê bigirin.