Peyamakurd : Rêvebirên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) piştî 4 mehan li Hewlêra paytext civiyan.
Di rojeva civînê de şerê li Xezeyê û pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û PDK-YNKyê hene.
Di civînê de di şanda PDKê de Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî jî amade bûn
Şandeya YNKê jî bi serokatiya Serokê Giştî yê YNKê Bafîl Talebanî û Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî ji bo hevdîtina bi PDKyê re hatin Pîrmam a Hewlêrê û civîna ku mijarên girîng dê têde bên nirxandin despê kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin