Li Hewlêrê polîtburoyên PDK û YNK civiyan

Li Hewlêrê polîtburoyên PDK û YNK civiyan

PeyamaKurd - Li Hewlêrê civîneke bilind a Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo aramkirina aloziyan û çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de dest pê kir.

Ev civîn weke yekem hevdîtina fermî ya her du aliyan piştî çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê ye. Li gorî zanyariyan, civîn îro 21ê Mijdarê li saet 11:00ê berî nîvro dest pê kir.

Şandeya PDKê ji Endamên Polîtburoyê Mehmûd Mihemed û Piştîwan Sadiq pêk tê û şandeya YNKê jî ji Endamên Polîtburoya YNKê Rêwas Fayiq û Yûsif Goran pêk tê.

Ev civîn weke yekem hevdîtina fermî ya di navbera her du aliyan de piştî çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê di vê mehê de tê û weke destpêkekê ji bo aramkirina aloziyan tê dîtin.

Tê çaverêkirin ku di civînê de gotûbêj li ser pirsgirêkên navbera PDK û YNKê werin kirin, bi taybetî piştî pêşhatên çalakkirina parlamentoyê.