PDK û YNKê li ser pêkanîna 4 lijneyan li hev kir

PDK û YNKê li ser pêkanîna 4 lijneyan li hev kir

PeyamaKurd - Cîgirê seroka parlementoya Kurdistdanê Hêmin Hewramî eşkere kir, PDK û YNKê li ser pêkanîna çend lijneyan ji bo çareserkirina çend meseleyên girîng li hev kirine.

Cîgirê seroka parlementoya Kurdistanê, Hêmin Hewramî li ser civîna dohî 19ê Kanûnê ya PDK û YNKê li Silêmaniyê daxuyanî da û got, di civînê de her du partiyan li ser pêkanîna 4 lêjneyan li hev kirin.

Hêmin Hewramî behsa naveroka lijneyan jî kir û da zanîn, lijneyek ji bo wê yekê ye da ku amadekarî bê kirin li Bexdayê bi rengekî yekgirtî gotûbêj bê kirin. Lijneyek ji bo nirxandina rewşa ewlehiyê ya deverên sînorî û hemahengiya ligel hikûmeta Iraqê û rûbirûbûna DAIŞê ye.

Hewramî diyar kir, lijneyek ji bo çareserkirina pirsgirêkên komîsyona hilbijartinan, qanûna hilbijartinan û mijara Destûrê ye û yek jî ji bo hevtêgehîştin û karên hevbeş yên her du partiyan hatiye pêkanîn.

Cîgirê seroka parlementoya Kurdistanê bibîr xist ku beriya niha hinek alî li ser mijara Destûra Herêma Kurdistanê germ bûn, lê niha sar bûne.

Hêmin Hewramî li ser hilbijartinên Kurdistanê jî got, dema parlementoya niha roja 6ê Mijdara sala 2022yan xilas dibe, ji ber wê jî divê beriya wê roja hilbijartinan were destnîşankirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin