PeyamaKurd – Endamê Politburoya Partiya Demokrata Kurdistanê Cafer Eminki ragihand ku wê bi Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) re ji bo serokkomariyê namzedekî hevpar nîşan bidin. Li gor ragihandina K24 ê Eminki weha gotiye:
“Niha di navbera PDKê û YNK ê de li ser rewşa Iraqê têgihiştinekî hevpar heye. Dê vê carê ji bo serokkomariyê wê namzedekî me yê hevpar hebe. Berê di navbera me de lihevkirin tinebû. Lê niha serpereştiya her dû terefan, di encamê de gihane wê baweriyê ku wê ji bo xelkê Kurd bibe surprîzekî. Wê namzedê serokkomariyê ji bo temamê Kurdan hevpar be. PDK ji maqam têkoşînê nade, em ji bo doza Kurd têdikoşin, ne ji bo partiyê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin