PDKê Elî Zeydî û hikûmeta nû ya Iraqê pîroz kir

PDKê Elî Zeydî û hikûmeta nû ya Iraqê pîroz kir

PeyamaKurd - Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê, îro 15ê Gulanê bi daxuyaniyeke fermî pîrozbahî li Serokwezîrê nû Elî Falih Zeydî û kabîneya wî kir.

Fraksiyona PDKê hêvî xwest ku hikûmeta nû erk û berpirsiyariyên xwe di çarçoveya destûr û qanûnan de bi cih bîne.

Herwiha PDKê bal kişand ser çareserkirina alozî û krîzên welat diyar kir, divê ev kabîne bibe sedema çespandina aramiya siyasî û dabînkirina daxwazên rewa yên hemû pêkhateyên cuda yên Iraqê.

Hûrgiliyên kabîneya 14 wezîran

Hêjayî gotinê ye, Elî Falih Zeydî doh 14ê Gulanê li Parlamentoya Iraqê baweriya zêdetirî nîvê endamên parlamentoyê bi dest xist û bi fermî dest bi erka serokwezîriya Iraqê kir.

Di rûniştina doh de piştî pejirandina karnameya hikûmetê, bi giştî 14 wezîrên kabîneyê (di nav de wezaretên stratejîk ên wekî Karên Derve, Petrol, Dad û Darayî) rênivîsa dengê baweriyê wergirtin û bi awayekî fermî dest bi kar kirin.