PDKê şêwaza hilbijartina serokomar red kir

PDKê şêwaza hilbijartina serokomar red kir

PeyamaKurd - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê şêwazê hilbijartina Serokkomarê Iraqê daxuyaniyek belav kir û ew şêwazê hilbijartinê red kir.

PDKê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew wî kesê ku bi vî awayî hatiye diyarkirin wekî nûnerê piraniya Kurdistanê nabînin û ew dê pê re danûstandinê nekin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêvajoya hilbijartina Serokkomarê Iraqê li derveyî peyrewa navxweyî ya Parlamentoya Iraqê hat lidarxistin.

PDKê bal kişand ser binpêkirina qanûnê û got, "Serokatiya Parlamentoyê bêyî ku guh bide peyrewa navxweyî ya encumenê, bernameya civînê diyar kir û ev jî binpêkirina qanûnê ye."

PDKê derbarê namzedkirina Nizar Amêdî bertek nîşan da û got: "Ew berbijêrê ku ji bo posta Serokkomariyê hatibû diyarkirin, li derveyî mekanîzmaya Kurdistanî bû. Di demekê de ku ev post mafê gelê Kurdistanê ye, ne yê partiyekê ye. Lê belê ev berbijêr ji bo vê postê ji aliyê partiyekê ve hat diyarkirin û çend aliyên pêkhateyên din ên Îraqê ew pesend kirin."

PDKê destnîşan kir ku piştî ku wan rûniştina parlamentoyê boykot kir, divabû navê berbijêrê wan ji pêvajoya hilbijartina Serokkomarê Iraqê bihata derxistin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo nirxandina rewşê û şêwirdariyê, her du fraksiyonên PDKê vedigerin Herêma Kurdistanê.