PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyê Geir O. Pedersen ragihand ku goftûgoyên derbarê avakirina komîteya destûra nû ya Sûriyê de hîn dewam dikin.
Pedersen da zanîn ku lihevkirin tenê li ser 6 navan maye û got, wê danûstandin li ser van 6 navan werin kirin.
Pedersen bêyî ku wan navên hatine derxistin bide da xuyakirin, “Me li ser rakirina 6 navan ji lîsteya komîteya destûrî li hev kir. Ew nav jî ji aliyê saziyên civaka sivîl ve hatibûn pêşniyarkirin.”
Pedersen destnîşan kir, ew ê hewl bidin rêjeya beşdarbûna jinê di komîteyê de bigihînin ji sedî 30yî.
Aliyên opozîsyona Sûriyê û bi krîza Sûriyê re têkildar bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî, hewl didin lîsteyeke ji 150 kesî ji bo komîteya destûrê amade bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin