Angasta Tirkiyeyê: 6 YPGyî hatin kustin

Angasta Tirkiyeyê: 6 YPGyî hatin kustin

Peyama Kurd - Dewleta Tirkîyeyê angaşt ku di êrîşên wan ên li dijî Rojava de wan 6 endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kuştine.

Ev angaşt di daxuyanîya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê de hate kirin.

Wezareta Parastinê ya Komara Tirkiyeyê, di daxuyaniya xwe ya malpera xwe ya fermî de da zanîn ku "li bakurê Sûriyeyê operasyonên wan ên li dijî YPGê didomin" û angaşt ku li herêma ji alî artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê ve dagîrkirî ye, 6 endamên YPGê ku amadekariya êrîşa li dijî hêzên wan dikirin hatine kuştin. 

YPGê, heta niha di derbarê vê angaşta wezareta Tirkiyeyê de tu daxuyanîyek belav nekiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin