PeyamaKurd – Berdevkê wezareta Pêşmerge yê herêma Kurdistanê tûxgeneral Babekir Feqê ragihand ku artêşa Tirkiyê 20-40 km û artêşa Îranê 10 km ketiye nav sînorê Kurdistanê. Berdevkê wezaretê got ku operasyonên tên kirin, li dijî qanûnên navdewletî ne û di vê mijarê de agahiyan dane hukumeta Bexdayê. Berdevk di mijara operasyonan yên Tirkiyê û Îranê de bo çapemeniyê weha got:
“Van operasyonan îhlala qanûnên navdewletiye û binpêkirina axa Iraqê û bi taybetî ya hukumraniya herêma Kurdistanê ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin