PeyamaKurd – Qada Pêşengehê ya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê di çarçoveya rûbirûbûna vîrusa koronaya nû Covid-19 de, ji bo pêşwazîkirina nexweşan tê amadekirin.
Hat zanîn ku qada Pêşengeha Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji bo pêşwazîkirina nexweşên Covid-19 tê amadekirin.
Ji doh ve Herêma Kurdistanê piştî zêdebûna tûşbûyan û 41 kesên ku îro hatin tesbîtkirin, dest bi Plana C kiriye ku pêşî Nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê ji bo pêşwazîkirina nexweşan hatibû amadekirin.
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku biryara qedexeya tund a çûnûhatinê ya dijî belavbûna vîrusa koronayê heta fermaneke din bo maweyeke nediyar berdewam dike.
Hejmara pêketiyên vîrusa korona li Herêma Kurdistanê gihîştiye 277 kesan, 3 kesan can daye û 88 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin