PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya 33yemîn salvegera kîmyabarana Helepceyê, peyamek belav kir û diyar kir: “Dawakar in Hikûmeta Iraqa Federal, wekî berpirsiyariyeke yasayî û exlaqî, di vî derbarî de erkê xwe bi cîh bîne û ji bo qerebûkirina nîştecihên wê û jîngeha wêrankirî û jehrawîkirina parêzgehê Helepceyê, hengavên kirdarî bavêje.”
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:
Îro sîh û sê sal li ser kîmyabarankirina Helepceyê bi destê rejîma Be’es û şehîdbûna zêdetirê pênç hezar welatiyên bêtawan û birîndarbûna hezarên din û wêranbûna bajar û derbederbûna xelkê wê da derbas dibe.
Li bîranîna ku tu demekê ji bîr neçûyê, wê mergesata mezina li ser gelê me da hat, ji bilî rêz û silav û xwe çemandina li asta şehîd û qurbaniyan da, wekî her dem tekez li ser yekrêzî û tebayî û pêkveyiya hemû aliyan û pêkhatên Kurdistanê dikin. Wefadariya me ya ji bo xwîna şehîdan û bi vala neçûna ked û xebata gelê me, her ew e ji me dixwaze.
Di vê bîranînê de dûbare tekez li girîngîdana zêdetirê Helepce û xelkê wê dikîn. Xizmeta birîndaran û kesukarên qurbaniyan, kar û hengavên zêdetir dixwazê ku hêjayê parêzgehê Helepçe û nîştecihên wê yên serbilind û sitemdîtî bê.
Dawakar in Hikûmeta Iraqa Federal, wekî berpirsiyariyeke yasayî û exlaqî, di vî derbarî de erkê xwe bi cîh bîne û ji bo qerebûkirina nîştecihên wê û jîngeha wêrankirî û jehrawîkirina parêzgehê Helepçeyê, hengavên kirdarî bavêje.
Li bîranîna mergesata Helepceyê da daxwaz ji civaka navdewletî dikîn karên ciddî bikin bo ku qedexekirina berhemhênan û bikaranîna hemû cûre çekekî komkujî û nehiştina çek û teknolojiya mirinê. Divê eve xema hemû cîhanê ya bi navê parastina jiyan û jîngeh û şaristaniyetê da bê.
Şehîdên Helepce û hemû şehîdên gelê me herdem li bîra me ne û li wîcdana Kurdistaniyan da zîndî ne. Silav û rêz ji bo giyanê wan yê pak.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin