PeyamaKurd – Ji ber ku çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi ser Tirkiyê ve, Ava Stasyona Elokê ya li bajarê Serê Kaniyê qut kirine, 15 roj in av naçe Hesekê û xelk bê av mane.
Stasyona Elok a li navçeya Serê Kaniyê ya Cizîra Rojavayê Kurdistanê ku çavkaniya sereke ya avê ye, niha di bin dagirkeriya Tirkiyê û komên çekdar de ye û ava wê bi ser Hesekê de hatiye birîn ku xelkê herêmê rûbirûyî tîbûn û bêaviyê bûne.
Hêjayî gotinê ye, Elektrîka Stasyona Elok ji bajarokê Dirbêsiyê diçe yê di bin kontrola Rêveberiya Xweser de diçe û bi sedema ku komên çekdar ên nêzîkî Tirkiyê elektrîkê didizin elektrîk hatiye qutkirin.
Komên çekdar dibêjin, ji ber nebûna elektrîkê wan av qut kiriye ku herdu alî hevdu tawanbar dikin.
Ew grûp jî dibêjin Rêveberiya Xweser elektrîka pêwîst ji bo Wêstgehê bernade. Gelek xelk bîran li ber malên xwe dikolin, daku ava xwe peyda bikin.
Stasyona Elok 5 kîlometre dikeve rojhilatê bajarê Serê Kaniyê, 34 bîr û 12 pompeyan li xwe digire û bi awayê asayî, rojane derdora 70 hezar metrekup avê dide nêzîkî yek milyon kesan ku ji sala 2019an ve di destê çekdarên nêzîkî Tirkiyê de ye.
Demek berê Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe de hişyarî dabû ku ji ber qutkitina ava Elok ji aliyê komên çekdar ve jiyana dedora yek milyon kesan li Hesekê ketiye metirsiyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin