PeyamaKurd – Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson got ku rêyeke dijwar li ber wan e û wê ji ber belavûna vîrusa korona gelek kesan ji dest bidin.
Boris Johnson di gotara xwe ya îro de da xuyakirin, wan ji bo dîtina çareseriyekê û dawîanîna vê vîrusê hewldanên xwe zêde kirine û got: “Ew rêya li pêşiya me ye dijwar e, ew jî rast e mixabin em gelek kesan ji dest didin.”
Johnson da zanîn, ew roj bi roj sîstema tendirustî ya welatê xwe bihêz dikin û tekez kir, hikûmeta wî welatî perestar û pizîşkên xanenişîn vegerandine ser kar û niha bala wan li ser dîtina derziya li dijî vîrusa Covid-19 ye.
Boris Johnson ev agahî dan: “Niha 7 hezar û 500 perestarên xanenişîn bo xizmetê vegeriyane. Di wê dema hun di malên xwe de dimînin, em hewl didin dabînkirina pêdiviyên xwe zêdetir bikin, gera xwe bo dîtîna çareseriyekê bileztir dikin, me bala xwe xistiye ser dîtina derziyekê. Hevdem bi milyonan kîtên pişkinînê dikirin ku rê dide me rûbirûyê vê kujera nediyar bibin.”
Serokwezîrê Brîtanyayê diyar kir ku ew ligel xelkê Brîtanyayê li hemberî vîrusê dê bi ser bikevin.
Li 194 welatên dinyayê heta niha bêhtirî 380 hezar kes bi vîrusa koronaya nû ketine û bêhtirî 16 hezar jî jê mirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin