PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo nameya ku Kîm Yong-unê Serokê Koreya Bakur piştî hevdîtina li Sîngapurê jê re şandibû got, "Ji Serokê Koreya Bakur noteke baş. Pêşveçûneke zehf rind hat bidestxistin."
Trump nameya ku Kîmê Serokê Koreya Bakur jê ra şandibû di hesabê xwe yê Twitterê da parve kir û got, "Ji Serokê Koreya Bakur noteke baş. Pêşveçûneke zehf rind hat bidestxistin."
Di nameya ku Kîm Jong-un ji Trump ra şan da wiha tê gotin:
"Serokê ekselansê rêzdar, hevdîtina ku me 24 roj berê li Sîngapurê kir û danezana me ya hevpar bi rastî destpêka rêyeke girîng in. Ez dixwazim bibêjim ku ez hewla mezin a te ji bo pêşxistina têkiliyên herdu welatan da zehf memnûn im. Serokê ekselans, hewla ku min û te bi hev ra da bawer dikim ku ew ê di demeke kin da têkiliyên di navbera Koreya Bakur û Amerîkayê da pêş bixin."
Trump û Kîm di 12ê hezîranê de cara ewil li Sîngapurê civiyabûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin