Serok Barzanî peyamek li ser 52yemîn salvegera rêkeftnameya 11 Adarê belav kir

Serok Barzanî peyamek li ser 52yemîn salvegera rêkeftnameya 11 Adarê belav kir

PeyamaKurd Serok Mesûd Barzanî, peyamek di derbarê 52yemîn salvegera rêkeftinnameya 11 Adarê belav kir û da zanîn: “Di encama pêdagirî û xweragiriya gelê Kurdistanê û şoreşê de, bi rêberayetiya cenabê Barzaniyê Nemir rejîma Iraqê hate neçar kirin ku di yanzdehê Adara 1970an de yekem car û bi awayekî fermî beşek ji mafên gelê me qebûl bike.”

Herwiha Serok Barzanî di peyamê de eşkere kir: “Rast e piştî rêkeftina yanzdehê Adarê jî rejîma Iraqê rêya peyman şikandin û înkariyê li ber girt, lê belê îradeya gelê me ji bo berdewamiya xebat û xwe bi dest ve nedanê her berdewam bû û bû sedema bi desthatina destkeftên mezintir.”

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Em gelek bi bilindî bîranîna pencî û du saliya rêkeftinnameya yanzdehê Adarê dikin ku destkefteke girîng a tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê bû.

Di encama pêdagirî û xweragiriya gelê Kurdistanê û şoreşê de, bi rêberayetiya cenabê Barzaniyê Nemir rejîma Iraqê hate neçar kirin ku di yanzdehê Adara 1970an de yekem car û bi awayekî fermî beşek ji mafên gelê me qebûl bike.

Yanzdehê Adara 1970, belgeyeke zelal e li serkeftina şoreş û îradeya rewa ya gelê Kurdistanê li ser înkariya nehezên gelê Kurdistanê û hewlên wan ya ji jêbirina gelê me. Rêkeftinnameya yanzdehê Adarê berhemê xebat û cangoriya Pêşmerge û hemû çîn û pêkhatên olî û neteweyî yên Kurdistanê bû. Ew xebata bi navê berqerarbûna pêkvejiyanê û şeraket û dadperwerî û aştiyê da berdewam bû û gihîşte encamê.

Rast e piştî rêkeftina yanzdehê Adarê jî rejîma Iraqê rêya peyman şikandin û înkariyê li ber girt, lê belê îradeya gelê me ji bo berdewamiya xebat û xwe bi dest ve nedanê her berdewam bû û bû sedema bi desthatina destkeftên mezintir.

Di salvegera rêkeftinnameya yanzdehê Adarê de, em tekezî li ser peyama aştîxwazane û pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikin û em wê jî dûpat dikin ku li her rewş û di bin her guşarek de îradeya gelê Kurdistanê naşikê û Kurdistan destberdarê azadî û mafên xwe yên rewa nabê.

Mesûd Barzanî

11.03.2022

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin