PeyamaKurd - Namzedên Şaredariyê yên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) yên bajarê Şirnexê navçeya Cizîrê û çend jinên endamên HDPê hatin girtin.
Hat zanîn ku îro sibehê 29ê Çile, li bajarê Şirnexê polîsan bi ser malên hejmarek jinên endamên HDPê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de girtin û gelek kes hatin binçavkirin.
Li gor zanyariyan namzeda HDPê ya şaredariya Cizîrê Bêrîvan Kutlu, namzeda HDPê ya şaredariya Şirnexê Şirîn Kilinş, hevseroka DBPê Ayşe Altay û 7 jinên din yên endamên HDP û DBPê bi tohmeta endamtî û propagandaya PKKê hatin binçavkrin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin