Dengê civîneke Seddam hat belavkirin

Dengê civîneke Seddam hat belavkirin

PeyamaKur - Beriya êrîşa 21ê Kanûna 1991ê ya Amerîkayê bi ser Iraqê de bi 3 rojan, Seddam Huseyîn ê dîktatorê Iraqê û kabîneya xwe di 18ê Kanûnê de di civînê de ne û gefa ‘Têkdana Amerîkaya biçûk’ dixwin.

Di tomara dengê Seddam û civîna kabîneya wî de ku yekem car tê belavkirin, behsa êrîşên Iraqê yên ser Îsraîl û Siûdî tê kirin û tê bihîstin ku kadroyên Beasê Îzet Dûrî, Teha Yasîn Remezan û Tarîq Ezîz di wê civînê de ne.

Seddam di civînê de dibêje, wan biryara êrîşkirina ser Îsraîl û Siûdiyê daye, ew dê li bajarê Tel Avîv û bajarên din ê Îsraîl bidin û aniha dema wê ye.

Seddam  wê demê dixwaze Amerîka bixe nava şer û ji cihana erebî re bide zanîn ku ew ne şerê ereb û Îsraîlê ye, herwiha şerê ereb û welatên rojava ye û dibêje ka em êrîşî Îsraîl bikin û 'Amerîkaya biçûk' têk bibin piştre dora Siûdiyê jî tê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin